PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Cejna Sê Şevên Yaran (Qewiltas) a Kurdên Kakeyî bi peyamekê pîroz kir.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
“Bi boneya cejna Sê Şevên Yaran (Qewiltas) pîrozbahiyên germ li xwişk û birayên Kakeyî û tevahiya Yarsaniyan li Herêma Kurdistanê û cîhanê dikim. Hêvdar im ev cejn, bibe jêdera xêr û xweşî û bidawîanîna êş û azaran û bihêzkirina tebayî û yekrêziya di navbera hemû pêkhatên gelê Kurdistanê de.
Xwedê rojî û duayên we qebûl bike û ez hêvîdar im ku hûn rojên cejna xwe bi şadî derbas bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin