NATO: Em amade ne destwerdanê bikin!

NATO: Em amade ne destwerdanê bikin!

PeyamaKurd – NATOyê li ser aloziya navbera Sirbistan û Kosovayê ragihand ku heger rewş bikeve xeterê ew amade ne destwerdanê bikin.

Piştî ku Kosovayê yasaya neçarkirina welatiyên Sirb bo kart û nasnameyên Kosovayê ragihand, Sirbistanê doh êvarê deriyên sînorî yên bakur ji çûnûhatina herdu welatan re girtibû û alozî derketibû.

Rayedarên NATOyê li ser aloziya dawî ku gihîştibû asta şer ragihand, ew rewşê ji nêzîk ve dişopînin û heger rewş îstiqrarê bixe xeterê ew amade ne destwerdanê bikin.

Sala 2011an bi navbeynkariya Yekîtiya Ewropayê proseya asayîkirina pêwendiyên herdu welatan hatibû destpêkirin, lê hin jî ew prose negihîştiye encamê û di şerê Ukrayna de jî Sirbistan li kêleka Rûsyayê cî distîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin