Ji HDPê daxuyanî û pirsname bo herdu kesên ji helîkoptêrê hatibûn avêtin

Ji HDPê daxuyanî û pirsname bo herdu kesên ji helîkoptêrê hatibûn avêtin

PeyamaKurd – Desteya Rêveberiya Navendî ya HDPê, li ser avêtina ji helîkopterê ya welatiyên bi navên Osman Şîban û Servet Tûrgût bi daxuyaniyekê ragihand, nûnerên desthilatdariyê yên ku bi zimanê mafya û çeteyan diaxivin, rejîmeke sûc a ji salên 90î xerabtir li ser xelkê ferz dikin.

Parlamenterê HDPê yê Wanê Tayîp Temel jî piştî ku doh bi rapora nexweşxaneyê jî piştrast bû ku Osman Şiban û Servet Tûrgût ji helîkopterê hatine avêtin pirsnameyek pêşkeşî Parlamentoya Tirkiyê kir daku Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu bersiva wê bide û bûyer were zelalkirin.

Osman Şiban û Servet Turgut piştî ku li Wanê hatibûn binçavkirin 2 rojan agahî ji wan nehatibû û piştre derdiketibû holê ku rastî îşkenceyeke xedar hatine û ji helîkopterê hatine avêtin ku çend roj in li nexweşxaneyê dihatin dermankirin.

Tayip Temel bi pirsên xwe yên derbarê bûyerê de, ji Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu xwest bersiva wan bide û bûyerê zelal bike.

Di pirsnameyê de hat xwestin, bûyer tevî hêz û kesên ew herdu welatî ji helîkopterê avêtine û îşkence li wan kirine were eşkerekirin û berpirsiyar werin sizadan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin