PeyamaKurd – Piştî ku Rêborê Bizava Sedr Muqteda es Sedr biryara boykotkirina hilbijartinê Iraqê yên 10ê Cotmehê ragihand, berpirsên hikûmetê û namzedên hilbijartinan ên girêdayî wî yek bi yek îstifa dikin.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê ku bi ser Sedr ve ye, Hesen el-Kaabî, piştî biryara boykotê ji erka xwe vekişiya.
Herwiha namzedên hilbijartinê yên Tevgera Sedr; Hakim Zamilî, Gayib Umeyrî, Hesen el-Îdarî, Elî Huseyin Alvanî û namzeda jin Maha el-Durî ji hilbijartinên Iraqê vekişiyan ku çar li rê ye gelek kesên din jî biryara vekişînê bidin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin