Hikûmeta Kurdistanê neftê dide malbatên hejar û belengaz

Hikûmeta Kurdistanê neftê dide malbatên hejar û belengaz

PeyamaKurd –  Hikûmeta Kurdistanê, wê neftê bide malbatên hejar û belengaz.

Li gor Berpirsê Giştî yê Çavdêrî û Geşbûna Civakî Yûsif Çawşîn daye zanîn, îro em ê neftê bidin malbatên hejar û belengaz yên parêzgeha Hewlêrê.

Herwiha Yûsif Çawşîn diyar kiriye, 7 hezar û 700 bermîl neft hatiye dabînkirin û dê bi ser 7 hezar û 700 malbatên hejar de were belavkirin.

Wî berpirsê parêzgeha Hewlêrê da zanîn, malbatên hejar yên li deverên Soran, Çoman, Mêrgesor û Riwandiz dê ji wê alîkariyê sûdmend bibin. Beriya niha 23 hezar malbatên hejar yên Hewlêrî ji wê alîkariyê sûdmend bibûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin