PeyamaKurd – Hat ragihandin 11 kesên ji 14-15ê mehê ve li navçeyên Silopî û Cizîrê hatibûn binçavkirin, 5 ji wan piştî derketin pêşberî dadgehê hatin girtin.
Di 14 û 15ê Tebaxê de li navçeyên Silopî û Cizîrê yên bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê, di encama serdegirtina malan de 11 kes hatibûn binçavkirin.
Hat diyarkirin, ji 11 kesên ku hatibûn binçavkirin 5 ji wan hatin girtin ku navê wan wiha ne: Delîl Urek, M. Emîn Nart, Haci Bagata, Mesût Yagarcik û Ozgur Yildiz.
5 kesên hatin girtin bo Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê hatin şandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin