PeyamaKurd – Qesra Spî di derbarê nûçeyên ser alîkariya îstixbaratî ya Amerîka ya ji bo Ukraynayê de diyar kir ku ew nûçe ne rast in.
Li gor Berdevka Qesra Spî Jen Psaki da zanîn, nûçeyên îdia dikin ku Amerîka ji bo kuştina generalên Rûs alîkariya îstixbaratî daye Ukrayna, rastiyê nabêjin.
Hêjayî gotinê ye, rojnameya New York Times di rojên borî de eşkere kiribû ku Amerîka ji bo kuştina generalên Rûs, agahiya îstixbaratî daye Ukraynayê.
New York Timesê di nûçeya xwe de destnîşan kiribû, Washingtonê ji bo tevgerên hêzên Rûs û navendên wan ên leşkerî, bi hûrî agahî dane Kîevê û hêzên Ukraynayê agahiyên xwe yên îstixbaratî û yên Amerîka dane ser hev û li qada şer bi qasî 12 generalên Rûs kuştine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin