Desthilatdarên darizandinê zorê didin Ahmedînejad

Desthilatdarên darizandinê zorê didin Ahmedînejad

Serokê Îranê yê berê Ahmedînejad nameyeka dinê ji serokê ayînê yê Îranê ji Ayetullah Hemaney re şand û tê de got ku “rê li ber beyankirina fikran tê girtin.”

Ahmedînejad di sîte ya înternetê ya bi navê Dolatebahar de nameyekî belav kir û tê de sîstema darizandinê rexne kir. Ahmedî nejda behsa peyama Hamaney ya di roja Newrozê de kir û weha got:

“Di axaftina xwe de we behsa beyankirina fikran bi serbestî kir û ev xal di destûra bingehîn de hatiye garantîkirin. Lê sîstema darizandinê rêzê li vê fikra we nagre.”

Ahmedînejad ji Hamaney xwest ku bo li seranserê welat darizandin serdest bibe, divê celseyên di dadgehan de li pêş çavên xelkê bên kirin û giliyên ku ji dadgehan re tên kirin, bila meqamên ‘serbixwe û bi bawerî’ bo wan bên avakirin. Ahmedînejad ji Hamaney xwest ku di vê mijarê de fermanê bide da van xalan werin cî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin