Brexitê serê wê xwar: Theresa May îstifa kir

Brexitê serê wê xwar: Theresa May îstifa kir

PeyamaKurd – Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May ragihand ku ew dê roja 7ê Hezîranê ji erka xwe ya serokwezîrtiyê vekişe.

Medya brîtanî doh ragihandibû ku dê Theresa May îro 24ê Gulanê roja Înê karvekêşana xwe ragihîne.

Wekî sedem jî Brexit a peymana derketina ji Yekîtiya Ewropayê tê nîşandan ku May heta niha jî nekariye ti pêşveçûnekê bi dest bîne.

May îro ragihand, “Ji bo min gelekî zelal e ku serokwezîrekî/e nû rêbertiyê li berjwendiyên welat bike. Ji ber wê jî ragihînim ku ez îro 7ê Hezîranê roja Înê erka xwe ya Partiya Mihafezekar berdidim.”

Hat diyarkirin ku dê May heta Partiya Mihafezekar serokekî nû hilbijêre li ser kar bimîne.

Herwiha hat ragihandin ku dê Theresa May 10ê Hezîranê Serokê Amerîkayê Donald Trump wekî wekîlê serokwezîr pêşwazî bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin