Pentagon: Îranê bi qest mosekên xwe li hedefên Amerîka nexist

Pentagon: Îranê bi qest mosekên xwe li hedefên Amerîka nexist

PeyamaKurd - Rayedarekî Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) ragihand ku di êrîşa 22 moşekên îranê de, ti leşkerekî Amerîkî nehatiye kuştin û birîndarkirin û got, Pentagon difikire ku Îranê bi qest li hedefên xwe îsabet nekiriye.

Îro beyanîyê Îranê îdia kiribû ku di êrîşa wan a moşekên balîstîkî de, 80 leşkerên Amerîkî hatine kuştin, lê piştre ji aliyê rêveberiya Iraqê ve daxuyanî hat dayîn ku ew îdia nerast in.

Rayedarekî Pentagonê ji televizyona Bloombergê re got, "Li baregehên me yên Iraqê pergalên parastina hewayû tunebûn, çimkî di şerê dijî DAIŞê de pêwîstiya me bi wan nebû."

Rayedarekî din jî ji Fox Newsê re ragihandiye ku ji ber ku di baregehan de çekên me yên lêdana moşekan tunebûn, me nekarîye li moşekên Îranê bixin.

Rayedarê Pentagonê herwiha gotiye, gelek welat çekên amerîkî dixwazin, lê ji ber zêdebûna daxwazê ew nikarin bidin her kesî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin