PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo avakirina navendeke tenduristiyê li qezaya Şêxan zeviyek terxan kir.
Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar daye, parçeyek ji zeviyên şaredariyê ji bo avakirina navendeke tenduristiyê li gundê Kîs Qela yê qezaya Şêxanê bê terxankirin.
Hate diyarkirin ku li gorî biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 2 hezar û 200 metre zevî ji bo avakirina navenda tenduristiyê li gundê Kîs Qela û derdora wê hatiye terxankirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin