Supaya Pasdaran: Ji destpêkê ve em hay ji operasyona Suleymanî hebûn

Supaya Pasdaran: Ji destpêkê ve em hay ji operasyona Suleymanî hebûn

PeyamaKurd - Fermandarê Hêzên Esmaniya Supaya Pasdaran Emîr Elî Hacîzade ragehand, ji destpêka operasyonê heta dawiyê agahdarê plana kuştina fermandarê hêza Qudsê Qasim Silêmanî bûn.

Emîr Elî Hacîzade ji çapemeniya Îranê re ragehand, balefirekî bê balefirvan a MQ-9 ji binkeya leşkerî ya Salim a esmanî ya Kuwêtê rabû ber bi Bexda re birêket.

Emîr Elî Hacîzade got, li çar binkeyên leşkerî ve, ku 3 ji wan nav axa Iraqê de ne, balefirên şer bo beşdarbûna li proseya kuştina Qasim Silêmanî rabûn.

Hacîzade got, ji destpêkê ve em agahdarê rabûna balefiran bûn û me çavdêriya wan kir. ‘’Me dizanî dê operasyonekî pêk bînin. Lê me nezanî operasyon bo kuştina Qasim Silêmanî bû.’’

Roja 03.01.2020ê artêşa Amerîkayê bi rêya balefirekî bê balefirvan ve karwanekî çekdarî yê Heşdî Şeibî li balefirgeha Bexdayê bombebaran kir. D iencamê de cîgirê serokê Heşdî Şeibiyê  Ebu Mehdî Muhendîs û fermandarê hêza Quds a ser bi supaya pasdaran Qasim Silêmanî û 9 berpirs û çekdarên din ên Heşdî Şeibî hatibûn kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin