Polonyayê girtina 100 koçberan ragihand

Polonyayê girtina 100 koçberan ragihand

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Polonyayê îro Pêncşemê ragihand, şeva borî li ser sînorê Belarusê hêzên wan 100 koçber desteser kirine û destnîşan kir, Belarus koçberan neçar dike ku bi keviran êrişî hêzên Polonyayê bikin.

Wezareta Berevaniyê ya Polonyayê daye xuyakirin, koçberên li ser sînor hewl dane ji aliyê Belarusê derbasî nav axa Polonyayê bibin lê hêzên Polonyayê rê li wan girtine û 100 koçber jî hatine desteserkirin.

Berdevkê Polîsê Polonyayê jî ragihandibû, di nîveka vê heftiyê de dema rûbirûbûn di navbera koçberan û hêzên emnî yên Polandê de koçberan kevir avêtine hêzên wan û hêzên wan jî bi gaza rondikrêj bersiva wan koçberan dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin