PeyamaKurd - Encûmena parêzgeha Hewlêrê ragihand ku ew dê sibe 8ê Sibatê parêzgarê nû yê Hewlêrê destnîşan bikin.
Serokê Encûmena parêzgeha Hewlêrê Elî Reşîd ji medya Kurdistanê re ragihand, encûmena parêzgeha Hewlêrê dê sibê bicive bo destnîşankirina parêzgarê nû yê Hewlêrê.
Elî Reşîd got, ji bo kursiya parêzgariya Hewlêrê 4 kesan sîvî (CV) pêşkêş kiribûn lê yek ji wan vekişiya û tenê sê namzed mane.
Serokê encumena parêzgaha Hewlêrê da zanîn, yek ji wan kandîdan Umêd Xoşnav e ku kandîdê PDKê ye û yên din jî bê alî ne.
Li gorî zanyariyan şansê Umêd Xoşnav ji kandîdên din zêdetir e ku bi îhtimaleke mezin sibe di dengdana encûmenê de dibe parêzgarê nû yê Hewlêrê.
Parêzgarê Firset Sofî ku li ser pişka PDKê bûbû parêzgarê Hewlêrê, roja 18 Mijdara sala 2020an ji ber nexweşiya Koronayê di 42 saliya xwe de, koça dawî kiribû. Firset Sofî di meha Îlona sala 2019an bûbû parêzgarê Hewlêrê
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin