PeyamaKurd – Her çend serokê encûmena bilinda siyasî û berjewendiyên YNKê daxwaza ragirtina civînên encûmena giştî ya rêveberiya partiyê kir jî, lê civîna encûmenê berdewam e.
Şeva borî serokê encûmena bilinda siyasî û berjewendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî di nameyekî de daxwaz ji encûmena giştî ya rêveberiya partiyê kir, civînê ragire û hişyariya xirabtirbûna rewşa partiyê da.
Li gel wê nameyê jî îro Çarşemê (12.02.2020) berî nîvro car din civîna rêveberiya partiyê dest pê kir.
Çapemeniya fermî ya YNKê jî eşkera kir, heya niha 65 madeyên peyrewa navxwe ya YNKê hatine pejirandin û 12 made jî mane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin