PeyamaKurd – Di derbarê pejirandina qanûna deynan û qutkirina butçeya Kurdistanê ji aliyê Parlamentoya Iraqê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyam li ser hesabê xwe yê twitterê belav kir û got: ‘‘Pişka Kurdistanê ya di budceya Hikûmeta Federal a Iraqê de ne xelat e.’’
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê twîtterê de diyar kir: ‘‘Pişka Kurdistanê ya di budceya Hikûmeta Federal de ne xêr û xelat e, mafê me bixwe ye.’’
Herwiha got: ‘‘Me berê jî behs kir, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê pêwîst e li ser bingeha naskirina maf û erkê her aliyekî yê li gor destûrê be.’’
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn: ‘‘Ew pêşhateya metirsîdar pêwîste di demeke zû de bê rast kirin. Naha jî derfet maye bo rast kirina wê zulma hatiye kirin.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin