Serok Barzanî pêswazî li serok û parlamenterên Fraksiyona Erebî kir

Serok Barzanî pêswazî li serok û parlamenterên Fraksiyona Erebî kir

PeyamaKurd - Serokê Fraksiyona Erebî Xemîs Xencer û şanda li gel wî serdana Serok Barzanî kirin û pêşhatên siyasiyên dawî û guhertinên hevkêşeyên pêwîst bi damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê guftûgo kirin.

Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Fraksiyona Erebî Xemîs Xencer û şandekî li gel kir ku ji Cemal Kerbulî û hejmarek ji serkirde û nûnerên nû yê hilbijartiyên Encûmena Nûnerên Iraqê pêkhatibû.

Di civînê de pêşhatên siyasiyên dawî û guhertinên hevkêşeyên pêwîst bi damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê guftûgo kirin û tekez li ser zêde hewlên ji bo damezrandina hikûmetê bi mebesta çareserkirina kêşeyên hemwelatiyan û dabînkirina xizmetguzariyên wan kirin.

Herwiha di civînê de ronahî xistin ser rûdanên bajarê Besra û nerazîbûnên xelkê û wê yekê dûpatkirin ku pêwîste zûtirîn dem daxwaz û mafên xelkê bajarê Besra bêne bi cîhkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin