PeyamaKurd – Rêya strateji ya Rûviya – Gopal, bi rêûresmekê, ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî ve, hat vekirin.
Di axaftina vekirinê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ya zêdetir min xweşhal dike, ev projeyên di vê heyamê de de tên cibicîkirin, hemû ji aliyê kompanyayên navxweyî ve ne.”
Mesrûr Barzanî berdewam kir û got: “Xweşhal im ku careke din hatin vê deverê ji bo vekirina projeyeke bi dawî bûye. Ev proje di kabîneya berê de kevirê binyadê jê re hatibû danîn, lê nehatibû temamkirin. Di vê kabîneyê de, me biryar da vê projeyê bikin, ji ber ku projeyeke stratejî ya xizmetguzariyê ye. Spas ji Xwedê re ku berî dema xwe bi dawî hat. Spasiya kompanyaya cibicîkar dikim ku berî dema xwe proje temam kir.”
Serokê Hikûmeta Kurdistanêdestnîşan kir: “Wek diyar e, ev proje li ser asteke gelek baş a cîhanê hatiye dirustkirin. Tiştê zêdetir min dilxweş dike ew e, çendîn proje li Kurdistanê tên cibicîkirin, hemû Kurdistanî ne. Pêştir li Duhok, Hewlêr, Raperîn û Silêmaniyê kompaniyên Kurdistanî van projeyan cibicî dikin. Ev cihê dilxweşiyê ye, ji ber ku bi karîn û endezyarên Kurdistanê û keresteyên deverê tên cibicîkirin. Cihê dilxweşiya me ye, ji ber ku derfetên kar ji genc û welatiyên me re peyda dike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin