PeyamaKurd- Li Trikiyê 15 parlementerê CHPê ji partiya xwe îstîfa kiribûn û çûbûn İYİ partiyê. Bi sedema ku wê seroka İYİ partiyê Meral Akşener bibûya namzet bo serokkomariya Tirkiyê, pêdiviya wê bi 20 parlementeran hebû.
Pariya CHPê 15 parlementeran da Akşener û 5 parlementerên wê jî hebûn ku kir 20 û Akşener namzetiya xwe bo serokkomariyê danî. Îro 15 parlementerên CHPê car din ji İYİ partiye îstîfa xwe dan û çûn partiya xwe ya berê CHPê. Serokê grûba CHPê Engin Özkoç li meclisê civîneka çapemeniyê kirin û Özkoç weha got:
“ 15 kes wezîfa xwe temam kirin û dageriyan mala xwe. Eger mijar were ser welat, tiştên dinê hemû hûrahiya mijarê ne. Parlementerên me bi hûzûr dadgerin partiya me.”
Özkoç ragihand ku sedema vê kiryara wan ew e ku partiya desthilatdar AKP bo ti partiyeka dinê nekeve hilbijartina serokkomariyê û parlementoyê, çi ji destê wan tê dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin