Wezîrê Tirk mirina General Yalman ji Covid19 pistrast kir

Wezîrê Tirk mirina General Yalman ji Covid19 pistrast kir

PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca, piştî belavbûna nûçeya mirina Generalê xanenişîn ê Tirk Aytaç Yalman ji vîrusa koronayê ku 5 roj berê hatiye definkirin û mirina wî jî hatibû veşartin, daxuyanî da û mirina wî paşayî ji vîrusa koronayê piştrast kir.

Koca herwiha ragihand ku bi mirina Yalman re hejmara kesên ji covid19 can dene li Tirkiyê bûye 3 kes û 191 kesên tûşbûyî hene.

 Fahrettîn Koca dibêje, hinek kesên tûşbûyî carna testa wan ji negatîvê dibe pozîtîv.

Wezîrê Tirk ragihand ku kîtên (amûreyên) pişkinînkirina vîrusa koronayê dê werin zêdekirin û yên di 15 deqeyan testê bikin jî di demeke nêzîk de dikevin dewrê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin