Îdlîb | ­­Li gorî SOHR, Reuters û Spiegel hejmara qurbaniyên Tirkiyê

Îdlîb | ­­Li gorî SOHR, Reuters û Spiegel hejmara qurbaniyên Tirkiyê

PeyamaKurd – Li Idlîbê xalên çavdêriyê yên Enqerê rastî êrişeke esmanî hatin û herî kêm 33 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.

 Waliyê Hatayê Rahmi Turan ragihand ku di êrişekê de li Idlibê 33 leşkerên Tirkiyê jiyana xwe ji dest dane.

Waliyê Hatayê Rahmi Turan li navenda AFADê bo cara sêyem derket pêşberî kamerayan û ragihand ku hêzên rejîma artêşa Sûriyê li Idlibê êrişî hêzên artêşa Tirkiyê kirine û di encamê de 33 leşkerên Tirkiyê jiyana xwe ji dest dane. Waliyê Hatayê herwiha got 32 leşker jî birîndar bûne.

Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) hejmara qurbaniyên Tirkiyê wekî 38 eşkere kir.

Ajansa Reutersê ragihand ku di wê êrişê de 34 leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dane.

Der Spiegel a Almanî jî derbarê mijarê de nûçeyek belav kir. Li gorî nûçeya Spiegelê, rayedarekî tirk ji rojnameyê re axiviye û diyar kiriye ku di wê êrişê de bi kêmanî 50 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin