PeyamaKurd – Serokê ayînî yê Suryaniyên Ortodoks yên Dinyayê, serpîskopos Mor Iğnatius II Afrem, giha payîtexta Kurdistanê Hewlêrê û got:
“Ji ber Xwedê şans da min ez car din seredana Kurdistanê bikim, ji Xwedê re şukir dikim. Ez hatim Kurdistanê da bi serokê Herêma Kurdistanê û seroka dewleta Macaristanê re tevlî merasima vekirina dibistanê bibim.”
Serpîskopos ragihand ku wê bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Mesrûr Barzanî re hevdîtin bike û pesnê Barzanî, di pêkvejiyana gel û olan de û hem di mijara koçberan de bilind nirxand. Serpîskopos got ku çanda pêkvejiyanê di nav civakê û kesan de hêzê dide nîzama komelayetiyê û weha dewam kir:
“Me berê çend caran seredana Herêma Kurdistanê kir. Em hêvî dikin ku ew rêzgirtin û xweşiya hîsên di nav civaka Kurdistanê de hene, li welatên din jî bibînin. Ji bo parastina aştiyê û pêkvejiyana Herêma Kurdistanê dewam bike ez ji Xwedê re di’a dikim.
Ev seredana min ya Herêma Kurdistanê wê nebe seredana dawiyê. Ji ber rêzgirtin û hevkariya Herêma Kurdistanê ji bo civakên Suryaniyan û Xîrîstiyanan sipasiya Herêma Kurdistanê dikim.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin