Ji Amedsporê protestoya cilûbergên res

Ji Amedsporê protestoya cilûbergên res

PeyamaKurd – Wê tîma Futbolê ya Diyabekirê Amedspor di di yariya sibe ku ligel Sariyespor a Stenbolê dilîze de, bi cilûbergên reş kiryarên ne dadwerane û cezayên li ser tîma wan têne sepandin protesto bike.

Koma alîgirên Amedsporê ragihand ku ew dê sibe dema lîstika Amedspor-Sariyersporê li stadyûma yariyê cilûbergên reş li xwe bikin û kiryarên Federasyona Futbola Tirkiyê yên dijî tîma xwe Amedsporê protesto bikin.

Alîgiran di peyama xwe ya protestoyê de got: “Em di yariya roja Şemiyê 15ê Sibatê ya ligel Sariyersporê REŞ LI XWE DIKIN! Wê şova konfetiya me jî reş be. Bi taybet piştî fişar û biryarên hakeman ên tewşo mewşo hiştiye ku em bertekek wiha nîşan bidin. Em bang li hemû alîgirên xwe dikin, 15ê Sibatê di yariyê de reş li xwe bikin û piştgiriyê bidin vê berteka me ya mafdar.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin