PeyamaKurd – Bi seredanekî fermî serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi çû Tirkiyê û bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoğan re hevdîtin kir. Draghi bi Erdoğan re li ser mijarên korîdora hûbûbatên Ûkraynayê û sîstema bergiriyê ya hewayî ya Îtalya ya bi navê SAMPT/T axifî.
Li gor ragihandina Erdoğan; di nav her dû hukumetan de civîna sêyem kirine û axaftina Erdoğan weha dewam dike:
“Em li ser pêşdeçûna hevkariyê rawestiyan. Me 9 peyman îmze kir ku wê di gelek sehayan de me bipêş bixe. Di salên borî de em gihan rekorekî bi 23 mîlyar dolarî ya di seha bazirganiyê de. Bazirganiya me bi mêzên e. Ji bo şîrketan, em ê hevkariya xwe zêde bikin em ê wan teşwîq bikin. Hevkariya me ya li dijî terorê ciyê wê girîng e. Min dîtina xwe di hevdîtina duqolî de parvekir.
Têkiliyên me yên bazirganî û aborî her diçe zêde dibe. Tevî pandemî hebû jî sala borî bazirganiya me %34 zêde bû û ji 23 mîlyar dolarî derbas kir.
Me bi serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi re li ser zankoya Tirk-Îtalyan axifîn da em deynin. Em li ser planê hûbûbata Ûkraynayê bê çawa ji Derya Reş bê îxrackirin axifîn. Em dixebitin heya heftekî an 10 rojan bigihên encamekî.
Em dixwazin li ser mijara sîstema bergiriya hewayî ya bi Îtalya re ya bi navê SAMP/T de bigihên asta îmzayê.”
Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi jî weha got:
“Tirkiye û Îtalya dost û du hevkarên hev in. Navbeynkariya Tirkiyê em teqdîr dikin. Rola Tirkiyê rolekî navendiye. Têkiliyên me yên bazirganî temsîla bazirganiya berê ya Derya Sipî dike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin