Deverek nêzîkî nahiyeya Çemankê ji aliyê Tirkiyê ve hat bombebarankirin

Deverek nêzîkî nahiyeya Çemankê ji aliyê Tirkiyê ve hat bombebarankirin

PeyamaKurd – Geliyê Avukê ya ku dikeve quntara çiyayê Gare, li nêzîk nahiyeya Çemankê ya girêdayî qezaya Amêdiyê, ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê hat bombebarankirin.

Li gor Elind Emîr Rêveberê nahiyeya Çemankê ji Rûdawê re ragihand, îro di saet 11.30an de, balafirên Tirkiyê, devera pişt geliyê Avukê bombebaran kir, ku kêmtir ji 5 kîlometran ji navenda Çemankê dûr e. Emîr dibêje, ji ber bombebaranê tirs li nav xelkê deverê çêbûye.

Herwiha di derbarê ziyanên wê bombebaranê jî Rêveberiyê Nahiyeya Çemankê dide zanîn, ziyana canî nebûye, tîm jî niha nikarin bigihijin cihê bomberanê, ku ziyanên maddî diyar bikin.

Bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê, nahiyeya Çemankê çendîn car e ji aliyê balafirên Tirkiyê ve tê bombebarankirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin