Biden: “Em bi Îsraîlê re ne”

Biden: “Em bi Îsraîlê re ne”

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser şerê Îsraîl-Fîlîstînê axifî. Biden di axaftina xwe de got ku li Îsraîlê 14 hemwelatiyên Amerîkayê hatine kuştin û rehîneyên Amerîkayê yên di destê Hamasê de ne, rizgarkirina wan yekem wezîfa Amerîkaye. Li aliyê dinê hat gotin ku wê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Blinken here Îsraîlê. Biden axaftina xwe weha dewam kir:

“Ez careka dinê dibêjim her kîjan welat dibe bila bibe, kîjan dezge dibe bila bibe, yên bixwazin ji vê rewşê fêde bibînin, ji bo wan yek gotinekî min heye: Nekin. Dibe dilê me şikestî be lê em bi temamî bi biryarin.”

Biden, axaftina xwe, piştî cara sêyem bi Netenyahû re axifî kir û daxwuyaniya xwe da. Biden got; êrîşa Hamasê ya ser Îsraîlê xerabiyeka zelale û weha dewam kir:

“Di jiyanê de, carna xerabiyekî saf û zelal derdikeve ortê. Xelkê Îsraîlê di dawiya heftê de bîranînekî weha jiya. Li Îsraîlê ji hezarî zêdetir kes mirin. Wahşet û têhniya xwînê ya Hamasê êrîşên DEAŞê tînin bîra mirovî. Lê mixabin ev ji bo xelkê Yahûdî tişteka nûh nîne. Ev êrîş, bi hezar salaye ku êş û azarên ku xelkê Yahûdî kişandiye, ew êşa antisemitizmin û komkujiya ku li ser xelkê Yahûdî hiştiye, derxist holê.”

Biden ragihand ku di êrîşên Hamasê de herî kêm 14 hemwelatiyên Amerîkayê mirine, di destê Hamasê de rehîne hene û got:

“Ji bo aştiyê pîroz bikin, ew gêncên ku tevlî festîwala muzîkê bûn, hatin kuştin.”

Biden got ku wê desteka leşkerî ya muhîmmatên Qubeyên Hesin bidin Îsraîlê û weha dewam kir:

“Ji bo parastina bajarên Îsraîlê û hemwelatiyên wan, em ê nehêlin ku ji alavan bêpar bimînin. Rewşa Îsraîlê di ser siyasetê de ye. Ev, bi ewlehiya dinyayê re û bi ewlehiya Amerîka re têkildare.”

Hat ragihandin ku wezîrê karên derve yê Amerîkayê Blinken roja pêncşembê diçe Îsraîlê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin