PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, piştî êrîşa îro ya ser baregeha Heşda Şeibî li navçeya Curf a bakurê Babîlê ku 4 piledarên wê hatin kuştin, civîneke leşkerî saz kir.
Di civîna ku bi awayê lezgîn bi beşdariya fermandarên artêşa Iraqê û hemû pêkhateyên leşkerî hate lidarxistin de, Sûdanî serokatiya civînê kir.
Ofîsa Serokwezîrê Iraqê eşkere kir ku di civînê de, gelek rasparde û pêşniyaz ji bo pêkhate û fermandarên leşkerî hatine derxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin