PeyamaKurd - Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê, welatiyekî ji Bakurê Kurdistanê li ber xwaringehekê hat kuştin.
Hate zanîn, kesê bi navê Dr. Sabrî Toprak ê 35 salî yê bavê sê zarokan ku ji Bedlîs a Bakurê Kurdistanê ye, îro 29ê Sibatê li ber xwaringehekê hat kuştin û termê wî bo Tiba Edlî ya Silêmaniyê hatiye veguhestin.
Li gorî zanyariyan Sabrî Toprak 12 sal in li Silêmaniyê dijî û endamê Rêxistina Karkeran a Mezopotamyayê bû û herwiha li nexweşxaneyke taybet a Silêmaniyê jî kar dikir.
Derbarê kujerê Toprak de hîn ti agahî nehatine bidestxistin û lêpirsîna hêzên ewlehiyê didome.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin