PeyamaKurd - Amedspor, bi leyztikeke serkeftî û encamdar, li hemberî Uşaksporê bi 8-0 î serkeftineke dîrokî bi dest xist.
Tîma fûtbolê ya parêzgeha Amedê ya bakurê Kurdistanê Amedspor, di Koma Sor a Lîga 2yemîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de, li stadyûma xwe Uşaksporê pêxwazî kir.
Amedspor di xuleka 7an de bi leystikvanê xwe Berk Îsmaîl Unsal dest bi golan kir û heta dawiya leyztikê ranewestiya.
Di xuleka 14an de Berk Îsmaîl Unsal dîsa tora Uşaksporê hejand, skorê kir 2-0 û nîveka yekem bi vê encamê qediya.
Di xuleka 54 û 58an ên nîveka duyem de Amedsporê bi leyztikvanê xwe yê çalak Çekdar Orhan, di 4 xulekan de 2 golên din jî avêtin û skor bû 4-0.
Piştî ku Yakal Taylan jî di xulekên 63 û 88an, Velî Çetîn di xuleka 80î û Mert Çapar jî di xuleka 90+2yan de tora Uşaksporê hejandin, leystik bi 8-0 bi encam bû.
Piştî ku lîderê komê Igdir FK bi Kastamonusporê re 1-1 beramber ma, Amedsporê bi wergirtina 3 qalan bû duyemîn û cudahiya qalên xwe û yên Igdir FKyê daxist 2 qalan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin