Nebenzya: Em rê nadin ti kes pêwendiyên Rûsya-Tirkiyê xira bike

Nebenzya: Em rê nadin ti kes pêwendiyên Rûsya-Tirkiyê xira bike

PeyamaKurd – Nûnerê Daîmî yê Rûsya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Vasiliy Nebenzya, li ser aloziya Idlibê û rewşa têkiliyên bi Tirkiyê re ragihand ku rêveberiya Moskowê rê nade ti kesek nîfaqê bixe nav pêwendiyên Rûsya û Tirkiyeyê.

Nebenzya di civîneke rojnamevanî ya Konseya Ewlekariya NY behsa xebatên Rûsyayê yên ligel Tirkiyê li Idlibê dimeşîne kir û diyar kir, ew dê hevkariya bi Tirkiyê re berdewam bikin û saziyên siyasî û leşkerî yên herdu welatan tim di pêwendiyê de ne.

Vasiliy Nebenzya di berdewama daxuyaniyên xwe de got, Moskowa rê nade ku ti kesek nifaqê bixe nav têkiliyên Rûsya-Tirkiyê û ev yek ji bo proseya Astana ya ligel Tirkiye û Îranê jî derbas dibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin