Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbayî belav kir

Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbayî belav kir

PeyamaKurd  Serok Mesûd Barzanî, îro ji bo 23yemîn salvegera damezrandina Kurdistan Tv, peyameke pîrozbayî belav kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê xwedêyê mezin û dilovan

Birêzan birêveber, stafa birêveberatî û karmendên Kurdistan Tv

Bi minasebeta 23yemîn salvegera damezrandina Kurdistan Tv, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên hêja dikim û hêviya berdewamî û pêşkeftina zêdetir ji bo we dixwazim.

Kanala esmaniya Kurdistan Tv, weke yekem kanala esmanî ya Kurdistanê, her di destpêka damezrandina xwe de heta îro pêbendî erkê netewî û nîştimanî bûye û ji bo gîhandina peyama aştîxwazane û bihevre jiyanê, bi derdorê serkeftî bûye û di heman demê de jî kariye rastbêjî û pîşeyîbûna xwe biparêze.

Pêwîst e Kurdistan Tv û Zagros Tv, di çarçoveya dezgeha setelayta Kurdistanê de berdewam bin li ser gîhandina peyama rewa  ya gelê Kurd bi cîhanê û berfiretirkirina hişmendiya nîştimanî û çanda bihevre jiyanê di nava xelkê de.

Herwiha lazim e dezgeha setelayta Kurdistan xwe li gel guhertinên bilez yên medyayî biguncivîne û weke her tim pêbendî biha û armancên bilind yên gelê Kurdistanê be.

Destxweşiyê li we dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin