PeyamaKurd- Hevserokê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Riyaz Dirar ji çapemeniyê re axivî û di gelek mijaran de daxuyanî dan. Dirar got ku em amade ne ku bi hêzên Ereban yên ku werin li herêmê bi cih bibin re hevkariyê bikin. Wextê ku ev hêz li dijî êrîşan li cem me şer bikin, em ê jî bi her rengî bi wan re hevkariyê bikin.
Li ser vekişîna hêzên Amerîkayê jî Dirar got ku niha Amerîka dixwaze du hedefan bîne cih. Ya pêşî, IŞÎDê bi tevahî xilas bike û ya dî jî hêza Îranê li herêmê kêm bike. Heta ku Amerîka van armancên xwe bi dest nexe, ji Sûriyê dernakeve.
Li ser pêşeroja Sûriyê jî Riyaz Dirar wiha axivî: Em dixwazin Sûriye yek parçe be, lêbelê divê navendek tune be û li gorî cudahiyan, herêmên otonom yên demokratîk werin avakirin.
Li ser êrîşa Rejîma Sûriyê jî Dirar got ku me 4 gundên xwe ji destê Sûriyê derxistin. Ev jî nîşan dide ku HSD dikare bersiva her cur êrîşî bide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin