PeyamaKurd- Li gorî encamên ne fermî yên hilbijartina Serokomariyê ya ku îro li Avusturyayê hatibû kirin, Alexander Van der Bellen car din wekî Serokomarê Avusturyayê hat hilbijartin.
Li gorî encamên ku li ser daneyên vekirina sindoqên hilbijartinê hatine parvekirin, Alexander Van der Bellen ê 78 salî ku serokomarê vî welatî bû, car din bi piraniya dengan hat hilbijartin.
Hat ragihandin ku nêzîkî 6 milyon û 400 hezar kes çûne ser sindoqan û Van der Bellen, ji %56ê dengan girtine.
Her wiha hat zanîn ku endamê Partiya Azadî ya Avusturyayê ya rastgir Walter Rosenkranz ji % 18ê dengan girtine û Serokê Giştî yê Partiya Bîrayê Dominik Wlazny jî ji % 8,5ê dengan girtine û bûye sêyemîn. Hat diyarkirin ku Tassilo Wallentin ê ku rojnamevanekî berê ye, ji % 8,1ê dengan girtine.
Tê payîn ku encamên fermî yên hilbijartinê, di nav vê hefteyê de ji aliyê Wezareta Kerên Derve ya Avusturyayê ve werin ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin