PeyamaKurd – Parêzgerê Hewlêrê yê nû Umêd Xoşnaw, bi armanca çêkirina hemahengiyê di navbera parêzgeriya Hewlêr û aliyên siyasî yên Kurdistanê de, serdana aliyên siyasî yên Kurdistanê ku binkeyên wan li bajarê Hewlêrê ne kir.
Di yekem serdana xwe ya îro de, Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw serdana malbenda YNKê ya li bajarê Hewlêrê kir. Piştî civînê jî berpirsê malbenda 3 ya YNKê diyar kir: ‘’Destpêşxeriya Parêzgerê Hewlêrê bo serdana aliyên siyasî nîşaneya hemaheng karkirinê ye li ser asta parêzgeriya Hewlêrê û li gel yek kar kirinekî ku hemû alî jê sûdmend bin.’’
Di civîna çapemeniyê de berpirsê malbenda 3 yê YNKê Dr. Rêbwar Îsmaîl da zanîn: ‘‘Erkê li ser milê Parêzger, erkekî giran e û em jî li Hewlêr çi pêwîst be û em bikarin bikin em ê alîkariya wî bikin bo birêve birina erkên xwe.’’
Dr. Rêbwar Îsmaîl herwiha destnîşan kir, pêwîst e ew astengên hene li pêş kar kirinê û xeletiyên kar kirinê bên rakirin, herwiha me daxwaz ji Parêzgerê Hewlêrê kir, malbatên şehîdan û ew ên ku di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bûne erd bên dayîn.
Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî axivî û diyar kir, ev serdana îro ya min û hewkarên min ji qaymeqamiya Hewlêrê, destpêka bernameyekî serdana aliyên siyasî ye, ku du armancên wê hene. Bernameya me li ser sektorên xizmetê li ser asta Parêzgeha Hewlêrê ku armanca me kar kirine bo xizmeta xelkê û karê me dûr dibe ji karê partîcîtiyê xizmet bo hemû xelkê Hewlêrê ye.
Armanca me ya duyem jî serdana me bo wê yekê ye ku hemû alî alîkarê me bin bo ku em bikarin xizmetên xwe berfireh bikin. Aliyên siyasî jî em ji wan têbiniyan dixwazin agahdar bikin.
Umêd Xoşnaw destnîşan kir, Parêzgeha Hewlêrê niha li ber metirsiya vîrusa Koronayê ye û em hewl didin bargiranî nekeve ser milê hemwelatiyan, ji ber rênmayiyên û projeyên xwe parastinê bicîh bînin ku hemû aliyek selamet be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin