Mamosteyekî din ê zimanê Kurdî ji aliyê rejîma Îranê ve hat desteserkirin

Mamosteyekî din ê zimanê Kurdî ji aliyê rejîma Îranê ve hat desteserkirin

PeyamaKurd Li Rojhilatê Kurdistanê mamosteyekî din ê zimanê Kurdî 7 roj berê ji aliyê rejîma Îranê ve hat desteserkirin.

Navenda mafên mirova ya Hengawê daye zanîn, beriya 7 rojan mamosteyekî din yê zimanê Kurdî yê bi navê Şeban Mihemedî ku temenê wî 47 sal e, li bajarê Merîwanê ji aliyê rejîma Îranê ve hat desteser kirin.

Hengawê herwiha eşkere kiriye, Mihemedî 7 roj beriya niha ji aliyê îtlaatê ve hatiye girtin û heta niha çarenivîsa wî jî ne diyar e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin