PeyamaKurd – Li Kerkûkê di encama teqîna mayîneke li gundekî parêzgeha Kerkûkê de, 2 zarokan can dan û 2 zarok jî birîndar bûn.
Li gor Fermandeyê Polîsê Kerkûkê Kawa Xerîb do diyar kiriye: “Êvara îro roja Duşemê, çend zarok çûne nava zibil û xaşakê û di wê demê de teqînek çêbûye û ji ber wê teqînê zarokek mir û 3 zarok jî birîndar bûn.”
Herwiha Kawa Xerîb eşkere kiriye: “Di encama teqînê de zarokekî can da û 3 zarok jî birîndar bûn.”
Zanyarî destnîşan dikin, zarokekî din ê birîndar can da ye û ew zarok jî keç e. Herwiha zarokên birîndar jî temenê wan di navbera şeş û heşt salan de ye û di encamê de 2 zarok mirine û 2 zarok jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin