PeyamaKurd – Li Lubnanê piştî êrîşekî Îsraîlê ku kiribû ser stargeheka Haşim Safiyuddin tê de bû, ji wê katê û bi şûnde an ku ji duhî û bi şûnde, nema dikarin têkilî bi Safiyuddin re deynin.
Hêzên asayîşa Lubnanê radigihînin ku tîmên rizgarkirinê nikarin li deverê lêgerînê bikin. Ragihandin ji aliyê çavkaniyekî Lubnanê ku nexwestiye navê xwe bide de hat kirin.
Stargeha navborî, li devera Dahiyehê di bin erdê de bû. Piştî kuştina serokê Hîzbûllahê Hasan Nasrallah, Safiyuddin wekî xelefê Nasrullah an ku kesê bikeve şûna Nasrallah, dihat qebûlkirin.
Medya Îsraîlê ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê, her diçe bêhtir bawer dikin Safiyuddin hatiye kuştin. Hîzbûllah piştî êrîşê ti daxwuyanî nedaye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin