PeyamaKurd – Serokê Belarûsê Lukaşenko ragihandibnû ku li hemberê Ûkraynayê bi Rûsya re yekîtiyekî ava bike. Bi vê armancê yekîneyên Rûsyayê yên ewilî gihan Belarûsê. Lê di bazara siyasî ya dinyayê de bû sedema bê gelo Beşarûs jî bi Rûsya re li hemberê Ûkraynayê dê bikeve nav şer!
Lukaşenko herî dawiyê ragihandibû ku li welatê wî alarma terorê heye û ferman daye bi Rûsya re dest bi proseduran bike. Li gor ragihandina wezareta karên bergiriyê ya Belarûsê ya nivîskî ragihandin wehaye:
“Grûba yekem ya Rûsyayê ku perçeyekî hevpar ya hêzên herêmiye, giha Belarûsê. Hêzên herêmî yên ku hatine avakirin, wê li ti welatekî biyanî xebatan neke û tenê axa Belarûsê biparêze.”
Belarûs, ji serê destpêka şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê heya niha li cem Rûsyayê ciyê xwe girtiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin