PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di civîna li gel Balyozê Birîtanyayê li Iraqê, John Wilks rewşa herî dawî ya navçeyê û pêşveçûnên peywenediyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirin.
Hevdîtin duh Sêşemê li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê pêk hat û Balyozê Brîtanyayê li Iraqê bi armanca malavayiyê û bidawîhatina erkên xwe yên fermî li Iraqê, serdana Nêçîrvan Barzanî kiribû. Di hevdîtinê de, Nêçêrvan Barzanî kar û çalakiyên John Wilks ên li Iraqê bilind nirxand û di erkê nû de hêviya serkeftinê ji wî re xwest.
Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî ragihand, serkirdatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê û fraksyonên Kurdistanî yên li parlamentoya Iraqê piştgiriya programa Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî dike, ji bo gihîştin bi çareseriya kêşeyan.
Nêçîrvan Barzanî û John Wilks behsa rewşa Iraqê û pêşhatên herî dawî û pêwendiyên navbera Hewlê-Bexdayê kirin. Herdu aliyan herwiha rewşa herî dawî ya li Sûriyê û geşedanên derbarê krîza Sûriyê jî gotûbêj kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin