PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden di derbarê operasyona leşkerî ya ku Rûsyayê dijî Ukraynayê da destpêkirin de daxuyaniyek belav kir û diyar kir: “Tekane berpirsiyar Rûsya ye ku di vê êrîşê da kuştin û xerabkirin çêbe. Amerîka û hevpeymanên me, wê bi biryardarî bersivê bidin. Dinya wê ji Rûsyayê hesab bipirse.”
Joe Biden di daxuyaniyê de eşkere kir, niha hemû dinya ji Ukraynayê re dia dike û wiha got: “Putîn bi qestî şerekî ku wê bibe sedema kuştin û kederan hilbijart. Tekane berpirsiyar Rûsya ye ku di vê êrîşê de kuştin û wêranî çêbe. Amerîka û hevpeymanên wê, wê bi biryardarî bersivê bidin. Dinya wê ji Rûsyayê hesab bipirse.”
Herwiha Biden da zanîn: “Ez ê serê sibehê bi pêşengên G7ê re biaxivim, paşê jî ji bo ku bersiva Amerîkayê û hevpeymanên wê ragihînim, ez ê bangî gelê Amerîkayê bikim.”
Biden diyar kir, eger li dijî NATOyê jî êrîş werin kirin û ji bo berterefkirina êrîşan ew ê bi hevpeymanên NATOyê re jî di têkiliyê de be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin