Serok Barzanî pêswazî li Elî Baqirî kir

Serok Barzanî pêswazî li Elî Baqirî kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li Hewlêrê bi Wekîlê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Elî Baqirî re civiya.

Piştî civînê hate ragihandin, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya herêmê û Iraqê hatiye gotûbêjkirin û her du aliyan tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên aborî, bazirganî û çandî yên navbera Îranê û Herêma Kurdistanê kirine.

Eli Baqirî ji bo beşdarbûna şanda taybet a Herêma Kurdistanê ya di merasîma cenazeyê Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û berpirsên din ê Îranê de spasiya Serok Barzanî kir.

Elî Baqirî piştî serdana Bexdayê derbasî Herêma Kurdistanê bûbû li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî, Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û gelek berpirsên din ve hatibû pêşwazîkirin.

Baqirî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya. Piştî serdanên Hewlêrê Baqirî derbasî Silêmaniyê bû û biryar e bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafel Talebanî re jî bicive.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin