"Em ê rêvebirên Hamasê bikujin"

"Em ê rêvebirên Hamasê bikujin"

PeyamaKurd –  Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku êrîşên li ser Şerîda Xezzeyê dikarin bi mehan bidomin û got, "Em ê rêvebirên Hamasê bikujin."

Netanyahu di civîna heftane ya Partiya Likud a li Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) de axivî, derbarê êrîşên artêşa Îsraîlê yên ji 7'ê Cotmehê û vir ve li ser Xezzeyê daxuyanî da.

Netanyahu got, "Armanca me serkeftineke diyarker a li hemberî Hamasê ye. Em ê rêvebirên Hamasê bikujin, ji ber vê yekê divê li her herêma Xezzeyê çalakiya xwe bidomînin."

Netanyahu amaje bi wê yekê kir ku divê êrîşên Hamasê berî kuştina serokê wê neqedin û got: "Divê şer berî wê demê bidawî nebe, lê wê bi mehan bidome, ne bi salan."

Netanyahu bal kişand ser rehîneyên Îsraîlî yên li Xezzeyê hatin girtin û got ku ew ê ji bo vegerin welatê xwe xebatên xwe bidomînin, lê belê daxwazên Hamasê yên ku nayên qebûlkirin hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin