Macron: Ewropa di tekosîna hebûn û nebûnê de ye

Macron: Ewropa di tekosîna hebûn û nebûnê de ye

PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bang li zilhêzên cîhanê kir û got: "Ji bo leşkerên xwe bi çek bike, perwerde bike ku dikaribe li ber xwe bide, divê em alîkariya Ûkraynayê bikin.

Macron destnîşan kir ku ji bo di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de dozîna aştiyeke mayînde divê ew ji her senaryoyekê re amade bin û dom kir: "Ewropa tu carî bi qasî niha nebûye xwedî dijminên hundir û derve. Hem li hundur û hem jî li derveyê Ewropayê ti carî evçend dijminên me çênebûne. Min çend hefte berê jî gotibû. Em di demeke hebûn û nebûnê de dijîn ku Ewropaya me dikare bimire."

Macron sedemên sereke yên vê rewşa Ewropayê weke nakokiyên li Ûkraynayê û pirsgirêkên aborî yên bêkarbonîzekirina aboriyê destnîşan kir.

Serokkomarê Fransayê Macron balê kêşa ser zêdebûna populerbûna partiyên neteweperest ên Ewropayê û got, "Em qeyrana demokrasiyê dijîn."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin