PeyamaKurd - Hevpeymaniyên Azim, Hesim û Siyada yên Suniyên Iraqê, bi daxuyaniyeke hevbeş behsa hewlên partiyan ji bo dagirtina valahiya postê Serokê Parlamentoyê kirin û spasiya xemxwariya Serok Barzanî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê kirin.
Di daxuyaniyê de, hevpeymaniyên Sunîyên Iraqê tekezî li ser lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê û yekalîkirina postê Serokê Parlamentoyê ji aliyê parlamenteran ve, li gor rêkarên yasayî û biryarên Dadgeha Bilind a Federalî kirin.
Hevpeymaniyên Azim, Hesim û Siyada diyar kirin, dagirtina valahiya destûrî ya postî Serokê Parlamentoya Iraqê dê bibe pêngavek ber bi aktîfkirina rola parlamentoyê di karên yasadanîn û çavdêriyê de.
Hêjayî gotinê ye, Dadgeha Federal a Iraqê 14ê Mijdara 2023an endamtiya Mihemed Helbûsî û Leys Dilêmî di Parlamentoya Iraqê de bidawî anîbû û bi vê biryarê re jî, Helbûsî ji posta Serokê Parlamentoya Iraqê hatibû dûrxistin.
Li gorî rêkeftina ku piştî sala 2003yan proseya siyasî ya Iraqê li ser hatiye avakirin, postê Serokatiya Parlamentoyê ji pişka Suniyan e, lê hêzên Sunî heta niha li ser namzedekî hevbeş li hev nekirine ku bibe serokê nû yê Parlamentoya Iraqê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin