PeyamaKurd - Wezareta Ragihandinê ya Tirkiyeyê ragihand ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî pêwendiyeke têlefonî pêk anîne.
Wezaretê da zanîn ku di pêwendiyê de Erdogan û Reîsî têkiliyên Tirkiye û Îranê, şerê Îsraîl û Hemasê û rewşa mirovî ya li Xezzeyê nirxandine.
Di daxuyaniya wezaretê de hate diyarkirin ku di axaftina têlefonê de Erdogan diyar kiriye ku ji bo pêkanîna biryara agirbestê ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya ji bo Xezzeyê bi lez bê bi cih anîn û gotiye ku divê xebatên vê agirbestê zêde bêne domandin.
Herçend Wezareta Ragihandinê ya Tirkiyeyê di derbarê mijarên din ên ku Erdogan û Reîsî axivîne ti agahî belav nekiribe jî tê payîn ku serokkomaran di derbarê geşedanên siyasî û leşkerî yên li Rojhelatla Navîn û bi taybetî jî yên li Kurdistan û Iraqê de jî gotûbêj kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin