Senatoya Amerîkayê ezla Trumpî qebûl nekir

Senatoya Amerîkayê ezla Trumpî qebûl nekir

PeyamaKurd- Piştî li senatoya Amerîkayê, darizandina di babeta ezla Trump de, Trump paqij derket û di leha wî de biryar hat dayîn, Trump cara ewilî peyam da çapemeniyê. Trump di Meclisa Nûneran de hatibû sûcdarkirin û dosyayê şandibûn Senatoya Amerîkayê. Di meclisa nûneran de demokrat û di ya senatoyê de partiya komarî xurt e.

Hinek ragihandinên serokê Amerîkayê Trump weha ne:

*Ew tiştên ku hatin serê min, bihata serê yekî dinê wê karibûya ragire an na, ez nizanim.

*Ewilî ez di pêvajoya ‘Rûsya, Rûsya, Rûsya’ de derbas bûm. Ev bi temamî tişteka beredayî bû.

*Eger min berra serokê FBI yê berê James Comey neda, ku ew felaketekîbû, dibû ku ez niha ne li vê derê bûma.

*Min tişteka şaş nekiriye. Min di jiyana xwe de hinek tiştên şaş kir lê …niha encam ev e. (Rojnama Washington Post ku dibêje ‘Trump paqij derket’ nîşan dide.)

​*Gotina ‘Ezl’ ê bo min gotineka gelek xerabe. Em niha xwediyê gotineka pir başin: ‘Trump bi temamî paqij derket’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin