Li Neynewayê, êrîs li Leskergeha Zêlkanê hat kirin

Li Neynewayê, êrîs li Leskergeha Zêlkanê hat kirin

PeyamaKurd- Rayedarên Dijeterora Kurdistanê ragihand ku îro Leşkergeha Zêlkanê, rastî êrîşeke moşekî hatiye. Li gorî agahiyên hatin parvekirin, di êrîşê de 9 moşek hatine bikaranîn.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat eşkerekirin ku Leşkergeha Zêlkanê ya li parêzgeha Neynewayê ku hêzên artêşa Tirk lê ne, bi 9 moşekan bûye hedef. Bi rêya daxuyaniyê hat ragihandin ku êrîş, îro saet di 13:50yan de pêk hatiye.

Bi berdewamî hat diyarkirin ku di êrîşê de moşekên Grad hatine bikaranîn û ev moşek li derdora leşkergehê ketine xwarê. Hat destnîşankirin ku di êrîşa moşekî de ziyanên malî û canî çênebûne.

Di hûrgiliyên hatin parvekirin de eşkere bû ku ew moşek ji navbera gundên Faziliyê û Kanûnê yên li nahiya Başîkê hatine havêtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin