PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser desteka fînansê ya santrala Kor Mor ê ku 250 mîlyon dolar destek hatiye dayîn, weha got:
“Em ê li Kurdistanê gelek veberhênan bikin û ji bo welatê xwe dahatûyekî baş ava bikin.”
Konsorsiyûma di bin serpereştiya Şîrketa Îmaratan Dana Gas û Crescent Petroleum ê de ya bi navê Pearl Petroleum, ji bo li Herêma Kurdistanê di santrala Kor Morê de xebata firehkirina xazê dike, ji bo desteka wê bi Rêxistina Geşepêdana Fînansmanê ya Navdewletî ya Amerîkayê (DFC) re peymanekî bi 250 mîlyon dolarî îmza kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser peymanê di ser hesabê xwe yê Twitterê de peyamekî belav kir û weha got:
“Ji bo desteka firehkirina santrala xazê ya Mor Korê, bi Rêxistina Geşepêdana Fînansmanê ya Navdewletî ya Amerîkayê (DFC) re bi 250 mîlyon dolarî peymanekî îmza kir. Ez ji vêya gelek razî me. Bi vê peymanê re wê hilberîna elektrîkê zêde bibe, erzan û paqijtir be. Bi vî awayî em ê li Kurdistanê pir veberhênanê bikin û em dikarin ji bo welatê xwe dahatûyekî baştir ava bikin.”
CEO yê şîrketa Dana Gas ê Dr. Patrick Allman-Ward di peyama xwe ya di derbarê mijarê de weha got:
“Em bi hevkarên xwe yên di Pearl Petroleumê de, ji bo pêşdebirina sektora xazê li Herêma Kurdistanê, bidestxistina enerjiya paqijtir û destekdayîna geşepêdana aboriyê serbilindin. Ev peyman nîşana dewama baweriya me ye ya ji bo bendeyên herêmê yên ji bo dema dirêj.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin