Li Îranê 15 kes ji ber eraqa qaçax mirin

Li Îranê 15 kes ji ber eraqa qaçax mirin

PeyamaKurd - Li Bender Ebasa bajarê eyaleta Hurmuzganê 15 kes ji ber vexwarina eraqa qaçax bi jehrê ketin û mirin.

Midûra Têkiliyên Gel a Fakulteya Tipê ya Hurmuzganê Fatma Newroziyanê daxuyanî da û got ku 118 kesî ji ber jehrbûna eraqa qaçax serî li nexweşxaneya wan daye.

Newroziyanê got ku ji ber jehrêketinê 15 kes mirine û rewşa hin kesan jî giran e.

Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA) Alîkarê Midûrê Ewlehiya Hurmuzganê Mihemed Şerîfî got ku wan piştî bûyerê derhal lêpirsîn dane destpêkirin û kesên ku eraq firotine tesbît kirine.

Şerîfî got ku der barê bûyerê da wan heta niha kesek binçav kirine.

Li Îranê vexwarin eraqê qedexe ye. Eraq bi ser rêyên dereqanûn tê welêt û bi dizî tê firotin.

Li gor qanûnên Îranê kesên eraqê çêdikin û difiroşin bi hepsê û lêdana qamçî tên cezakirin.

Li Kereça bajarê Elbruzê jî di 11yê îlonê da 3 kes bi vexwarina eraqa sexte miribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin