PeyamaKurd – Rawengeha Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, ragihand ku komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve, ji nû ve li gundewarên Eyn Îsayê dest bi êrîşên xwe kririne.
Li gorî Rawangeha Sûriya ya Mafên Mîrovan, piştî 5 rojên bêdengîyê li Eyn Îsa, careke din çekdarên bi ser Tirkiyê ve êrîşî gundê Seyda yê gundewarê Eyn Îsa kirin û şerekî giran li wê deverê di navbera wan û Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) de rû da.
SOHRê da xuyakirin ku Hêzên Sûriya Demokrat hewil dane derbasî gundê Dixilbaş yê rojavayê bajarê Babê bibin lê hewla wan rastî şikestê hatiye û li wê navçeyê di navbera wan û çekdaran de bi çekên giran şerekî dijwar qewimî ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin